Xwenîşandana bazaraiyan ku li bajarê Têhranê dest pê kir, berfirehtir bû û ji aliyê xelkê û herwisa xwendekaran ve piştevanî li wan hate kirin û li 2 mîn roja wan xwenîşandanan de çendîn bajarên din ên Îranê ên wek Hemedan, Zencan, Îsfehan, kerec, Kirman, Melard, girava Qişm û Dergehanê de xelk tevlî xwenîşandanên nerizayetiyê bûne û li çendîn bajaran de şer û levdan li navbera xelkê û hêzên tepeserker de qewimiye.
Li bajarê Têhranê de jî, xwendekarên zanîngeha Têhranê tevlî xwenîşandanê bûne û xwendekarên zanîngeha Emîr Kebîr jî ragihandine ku dê tevlî xwenîşandanê bibin û li vê derheqê de daxuyaniyek belav kirine.
Pêka dawî raporan, hêzên îtilaata rêjîmê bi awayekî bi kom, kurtepeyamên gefxwarinê bo xelkê şandine, ji aliyê din ve serkomarê rêjîmê îdia kiriye ku wezîrê navxwe yê rêjîmê erkdar kiriye ku digel lîderên wan xwenîşandanan danûstandinê bike, ev yek li halekê de ye ku durûşmên wan xwenîşanderan, li dijî tewawiyeta rêjîmê ne û merg ber dîktator û biherife rêjîma Îslamî li wan xwenîşandannan de durûşmên bingehîn in.