Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê li ser şeqamên çendîn bajaran durûşma bimre dîktator dan

11:24 - 30 Kanûna pêşîn 2025

Piştî evê ku mangirtina bazariyan li Têhranê guherî bi xwenîşandana û piştevanîkirina xelkê bajarê Têhranê bi dû xwe de anî, hêzên hov ên rêjîma Îranê li çendîn taxên bajarê Têhranê de bi gaza bîber û batûnan êrîş kirine ser xelkê û xwenîşanderan jî bi awayekî berfireh bersiva wan daye.

Xelk li bajarê Têhranê de xwenîşandaneke berfireh lidar xistiye û çendîn aliyan ên wek beşek ji xwendekarên zanîngeha Têharnê û bazariyan çendîn yekeyên ticarî li wî bajarî, piştevanî li vê nerizayetiyê kirine ku niha ev yek bûye xwenîşandaneke micid ku dirûşa bimre dîktator didin û li hember hêzên rêjîmê disekinin û wan neçar bi revînê dikin.

Gorî dawî zaniyariyan xwenîşandan û nerizayetî geheştiye çendîn bajar û nawçên din yên Îranê û dem bi demê berfirehtir dibe.

Nerizayetî û kerb û kîna xelkê li hember rewşa xirabe abûrî yê ser teqînê ye û gelek qat û texên xelkê daxwaz kirine ku bila her kes li seranserî Îranê tevlî xwenîşandan û nerizayetiyan bibin.