Donald Trump ê Serkomarê Amerîkayê li roja Duşemî 29ê Kanûna Pêşîn li derheq bernameya navkî ya rêjîma Îranê de ragihand ku, ger rêjîma Îranê carekî din bernameya xwe ya navkî, dest pê bike, Amerîka dê bi lezgînî êrîşê bike ser wan navendên rêjîmê û dê ji nav bibe.
Herwisa navbirî li derheq berameya mûşekî ya Îranê jî ragihand ku hekî rêjîma Îranê şiyana mûşekiya xwe nûjen bike, egera vê hindê heye ku Amerîka êrîşên zêdetir bike ser rêjîma Îranê.
Li dema wan axaftinên Donald Trump de li îyaleta Florîdayê, Binyamîn Netanyaho, Serokwezîrê Îsraîlê jî amade bû.
Hejmarek ji karnasan dane zanîn ku axaftinên Donald Trump, nîşandana çira kesk bû, bo Îsraîl ku dikare êrîşê bike ser rêjîma Îranê û bi awayek din, Amerîkayê destê Îsraîl bo her êrîşekê bo ser rêjîma Îranê vekirî ye.