Pêka dawî raporên belavbûyî yên mafên mirovî, roja Duşemî 29ê Kanûna Pêşîn 3 girtî ku navê yek ji wan Yasir Xetîbî ye li girtîgeha Destgird a rêjîmê li bajarê Îsfehanê, Şoca`i Eskerî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Gurganê û Hişmet Felahetî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Nêyşabûrê de hatine bidarvekirin.
Li vê rojê de Sohêyl Bextiyarî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Durûdê, Sobhan Sefîzade li girtîgeha rêjîmê li bajarê Zencanê, Emîrmehdî Newabî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Kirmanê, Sîna Nedrî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Sawê û Merwan Îmadabadî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Kaşanê, ji aliyê rêjîma Îranê ve hatine bidarvekirin.
Herwisa li roja Yekşemî 28ê Kanûna Pêşîn Babek Sehrayî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Qumê, Cemşîd Ekberî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Kerecê, Yûnis Efşarî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Hemedanê û Hemîdriza Şoca`î, Ekber Cehanî û Moîn Husênzade li girtîgeha rêjîmê li bajarê Tewrêzê de hatine bidarvekirin.
Herwisa li roja Şemiyê jî, Celîl Nûrî û Riza Hatemî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Sariyê de hatine bidarvekirin.