Pêka raporên belavbûyî ji aliyê ragihandinên rêjîmê, roja 28ê Kanûna Pêşîn, rêjîma Îranê bi rêya mûşeka mahwarehilgir a Rûsiyê, 3 mahware yên bi navên “Paya, Koser û Zefer- 2” li devera Wistoxnî li bakûrê Rûsiyê, avêtine valatiya esman.
Rêjîma Îranê bo çewtekarî îda dike ku ev 3 mahware bo karên muxabiratî dê bêne bikaranîn û li bilindahiya 500 kîlometriya erdê de hatine cihgîrkirin û ji aliyek din ve îdia dike ku bo karên birêveberiya avê, werzêrî û jîngehê dê bêne bikaranîn.
Rêjîma Îranê pêştir jî li avêtina mahwareyan de ev îdiayên çewt kirine û xuya ye ku armanca rêjîma Îranê, sîxurîkirin û armancên serbazî bi taybet mûşekên balistîkî ye û mahwareyên ku pêştir bo valatiya esman avêtibûn bi sedemek nexuya li pey hev ji kar kevtine.