Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarên Seqiz û Merîwanê de çalakiyên teblîxî bi rê ve çon

11:29 - 30 Kanûna pêşîn 2025

Tevî barîna befrê û li sir û sermayê de li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê, endam û alîgirên têkoşer ên Hizba Dêmokrat li kar û çalakiyên xwe berdewam in û vê carê jî li bajarên Seqiz û Merîwanê de bo piştevanîkirin li Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û Hizba Dêmokrat, çalakî li dar xistine.

Endam û alîgirên têkoşer li bajarê Seqizê de dîwarên kolan û şeqamên bajar bi dirûşmên wek “an Kurdistan an neman, bijî Hizba Dêmokrat, bijî hêza Pêşmergeyên Kurdistanê, kes nelê Kurd mirdûye Kurd zindû ye û çendîn dirûşmên din ên şoreşvanî” xemilandin û logoya Hizba Dêmokrat û alaya Kurdistanê li gelek cihan hildan.

Herwisa ciwanên şoreşvan ên gundê Hûye ser bi Jaweroya bajarê Merîwanê, piştevaniya xwe li Hizba Dêmokrat dubare kirin.