Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Her salê zêdetir ji 57 hezar kes li Îranê de bi sedema pîsiya hewa canê xwe ji dest didin

11:32 - 30 Kanûna pêşîn 2025

Bi sedema nebûna şewata bi wec li wizegehên berhemanîna berqê, maşînan, şirket û karên rojane ya xelkê Îranê bi qaseke zêde dûkel tevlî heva dibe û ti sîstemek jî bo palavtina wan dûkelan li kargeh, maşîn û şirketên berhemanînê bi taybet wizegehên berqê de nehatiye berçavgirtin û piraniya dûkela ku tevlî heva dibe ji cura gelek metirsîdar e.

Li vê derheq de Elîriza Reîsî, cihgirê wezîrê tendirustiyê rêjîmê ragihand ku her salê zêdetir ji 57 hezar kes li Îranê bi sedema nepaqijiya hewa canê xwe ji dest didin û herwisa li navbera 17 heta 18 milyard Dolar xisara malî bo çareseriyên pizîşkî û warên din de bi Îranê dikeve û belavbûna dûkela hûr a 2.5 mîkronî, rêxweşkerê nexweşiyên gelek metirsîdar ên wek şêrpencê ye.

Rêjîma Îranê ti giringiyekê nade canê xelkê û şewitandina mazotê li wizegehan, roj bi roj levitîna hewa zêdetir dike û şewata xirab û ne standard li warên din de jî tê bikaranîn.