Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qeyrana destnekevtina dermanan li Îranê bo nexweşiyên taybet gihîştiye asteke metirsîdar

11:50 - 30 Kanûna pêşîn 2025

Qeyranên aborî li Îranê roj bi roj dijwartir dibin û yek ji wan qeyranan, destnekevtina dermnanan bo nexweşiyên taybet e û niha ev qeyran gihîştiye asteke metirsîdar û dabînbkirina dermanên hewce yên bi nexweşiyên taybet ên wek diyabêt, şêrpence û nexweşiyên cerg, rastî pirsgirêkên gelek micid hatine.

Qeyrana dermanan bilî bilindbûna çendqatî ya nirxên wan û mifahvergirtina xirab ji vê mijarê ji aliyê mafiyaya dermanan, bûye sedem ku malbatên kêmdahat bi sedema neşiyana aboriya xwe nikarin wan dermanann dabîn bikin û dest jê berdidin an li nexweşiyên demdirêj de dest ji berdewamkirina çareseriya deرmanî berdidin ku ev yek rasterast dibe gef ser canê nexweşan.