Bi hilkefta 26ê Sermawezê roja Pêşmerge û Ala ya Kurdistanê hevpeyvîna vê carê digel hunermend Şiwan Perwer hatiye kirin.
Hevpeywînkar – Şehram Subhanî
Têkst wergirtin ji deng – Sîmîn Rûhanîzade
Pirsyar - Mamoste bi vê pirisê emê destpê bikin, Stranên we bûne beşek ji bîranînên gelê Kurd, ku amaje bi tirajîdiya û berxwedana gelê Kurd dikin hûn rola Pêşmerge di wan bîranînan de çawa dibînin? Pêşmerge tenê aktoreke dîrokî ye yan parêzvanê vê bîranînê ye?
Bersiva Şivan Perwer - Navê Pêşmerge tê naskirin, Pêşmerge navekî taybet bi gelê Kurd e. Çawa ku Spaniyayê nave Gerîlayê li tevahiya cîhanê de dane naskirin, pêşmerge jî berhema Kurdan e û wiha tê naskirin li Kurdistanê, ji bilî navê pêşmerge navekî din nîne û eger em bibêjin leşker , kes wê qebûl nake. Ji ber ku me xizmet û hêz û fedakariya pêşmergeyan dîtiye û ev yek ji bo gelê Kurdistanê sembola nav û serbilindiya Kurdan e û bi wan taybetmendiyane ku Pêşmerge bo me navek pîroz e.
Pirsyar - Piraniya dîroka qehremaniya Pêşmergeyan bi stran û sirûdan ve hatiye vegotin bi nêrîna te ew vegotina hunerî çiqa kariye dîroka rast ya Pêşmerge biparêze?
Bersiv - Dema ku basa hunerê tê kirin, huner dengê xwezayê ye û her jîndarek di xwezayê de xwedî dengê xwe ye û di tevahiya xwezayê de mirov jîndarek kultûrî ye muzîk û huner dengên pêvaneyî ne, ji ber vê yekê her bûyer an karesateke ku di jiyana kesekî de diqewime di civakê de bi rêya muzîkê tê derbirîn muzîk moral, hêviya mirovan zêde dike û hezkirinê çêdike. Divê hezkerê jiyan, xweza û Kurdistanê bî, dive hezkerê Pêşmerge bî, li wirdaye ku ev muzîk û sitiranên ku di vî warî de hatine tomarkirin ji serdemê kilasîk heta niha li ti welatekê dine berhem ne hatine. Bi derbasbûna sedan salan ji dagirkirin û parçekirina Kurdistanê, gelê Kurd her tim têkoşiya, şehîd daye, êş kişandiye û qehremantî nîşan daye û tevî hebûna van êş û azaran lê muzîk tomar kiriye. Eva jî bûye sedema pêşketina muzîkê û rola muzîkê di jiyana gelê Kurd de.
Pirsyar - Erk û rola pêşmerge çi ye? Gelo çawa dikarîn wêneya pêşmerge di asta navnetewî de zêdetir bihêz bikin ?
Bersiv - Her qehremanek ku xwe amade neke bi ser nekeve. Pêşmerge tenê navek nîne ku bi hêsanî bikarîn li ser bas bikin, Pêşmerge berhema xebata û berxwedan li demên dijwar e, ji ber vê yekê li seranserê cîhanê hatiye naskirin. Wate Hêza pêşmergeyan hêzeke naskirî ye. Wê demê têkoşîn û fedakariya pêşmergeyan bi hêza siyasî ya Kurdistanê ve girêdayî ye û divê baş bê rêxistinkirin, wê demê têkoşîn û fedakariya pêşmergeyan bi hêza siyasî ya Kurdistanê ve girêdayî ye û divê baş bê rêxistinkirin ku heger hêzên siyasî yên Kurdistanê bi awayekî herî baş amade û birêxistin bin, pêşmerge dê bikaribin bibin hêzeke bergirîkarê cîhanî, Bifikirin dema “Daiş” serhilda ger hêza pêşmerge neba eva dê biba metirsiyek bo ser tev cîhanê, Lê hêza pêşmerge bû ku karîn Daiş bîxne qedema û ji ber vê yekê hêza pêşmerge ji tevahiya cîhanê re eşkere bû û hat naskirin.
Pirsyar - Dema ku tu sitiranan dibêjî li ser ekranên mezin yên cîhanê, dixwazî li ser Pêşmerge û doza Kurd çi bigehînî guhê xelkê biyanî?
Bersiv - Jiyan felsefeyek e û di hemû alî û rehendên jiyanê de rengîniya felsefeyê derdikeve, pêşmergayetî jî felsefeyek e wekî ku min berê jî got, ku hêza pêşmerge bû ku karî Daişê teslîm bike cîhanê çend alîkariya hêza pêşmerge kir û buha da pêşmergan, eger pêdiviya pêşmergeyan bi alîkarî û hêzeke zêdetir hebe ew dikeve ser milên hêzên siyasî û dîplomasiya Kurdan her çiqas siyaset û dîplomasiya Kurdan li cîhanê bihêz be eva girîngiya hêzên pêşmergeyan ji cîhanê re diyar dibe û tê piştgirîkirin.
Pirsyar - Piştî ewqas salên têkoşîn û hunerê gava hûn peyva "Pêşmerge" dibihîzin, dîmen an hesta ku dikeve dil û hişê te çi ye?
Bersiv - Pêşmerge di gelek waran de têkoşîn kiriye Tevî ku wî qehremantî nîşan da jî, lê heta niha çekên hewce û grîng jêre nehatiye dan, gelek caran zarok û malbatên wan aware bûne, ev jî bûye pirsgirêkeke mezin ji bo têkoşîna pêşmergeyan. Herwisa Stranan bi baş anîne ziman û nîşan daye ku pêşmergeyan çi qas bi zehmetî xebat kiriye û bi kîjan îdeolojî û baweriyê dest bi şoreşê kirine. Lê di warê siyaset û dîplomasiyê de me nekarî hêza Pêşmergeyan li gorî fedakarî û têkoşîna pêşmergeyan bi başî bidin nasandin. Ji ber vê yekê, pêwîst e ku hêza pêşmergeyan baştir were nasandin, ji ber ku hêza pêşmergeyan dîrok e, nasnameya kurd e, qehremantî û mirovahî ye. Her rêberek pêşmergeyan ku dest bi şoreşê kir û şer kir gotiye aştî, dostayetî û mirovahiyê. Pêşmerge ne tenê hêzek e ku tenê bo şer û lêdana be. Pêşmerge ji bo xizmeta gelê xwe bi dijwarî têdikoşe. Her weha girîng e ku mirovdostî û têgehiştina pêşmerge ji aştî û azadî bê rohin kirin. û berevajî tiştê ku dijminên gelê Kurd li dijî gelê Kurd kirine, pêşmerge ti,u carî alîgirê êrîş û dagirkirina mal û azadiya kesekî nebûye û tu carî nebûye alîgirê kuştina dîl û êxsîran, hêza pêşmerge hêza aştî û mirovahiyê ye û di heman demê de hêza parastina azadî û welat e.
Pirsyar - Pêşmerge wek hêzeke neteweyî tê dîtin, em çawa dikarin wêneyek yekgirtî ya pêşmergeyan wek "parêzvanê nîştiman" nîşan bidin, ne wek parêzvanê partî û aliyekê?
Bersiv - Huner her dem ziman, raman û dengê gel e û pareçe bûnê qebûl nake Wekî hunermendek, her strana ku ez dibêjim ji bo tevahiya welêt dibêjim. Lê ev di siyasetê de ne wisa ye, tê dabeşkirin û Siyaset şiroveya jiyanê ye. Her yek dibêje bi awayekî dê jiyanê baştir bike yek bi libralîzmê yek bi komonîzmê û yê din bi oldarî û yeke din dibêje bi konsêrvatîvê dê baştir bike . Siyaset bi vî awayî dabeş dike. Bo nimûne, Pêşmergeyek bawerî bi komonîzimê heye û Pêşmergeyek bawerî bi oldar û ayînî heye, lê tevî wan cudahiyan her du jî Pêşmerge ne û dema ku ew li hev dicivin ew hev qebûl nakin eva berhema siyasetê ye û siyaset kêbirkêyê çê dike û ya baş eva ye ku siyaset bi her awayekî be hewla parçe parçekirina hêza Pêşmerge nede. Li seranserê cîhanê ev yasaye he ye ku dibêje partî, siyaset û hikûmet ji bo xelkê ye, lê dive ji hêza leşkerî dûr be. Ji ber vê yekê divê siyaset tevlî hêza pêşmergeyan nebe û divê pêşmerge bi baweriyên netewî bên rêxistinkirin û ji çarçoveya fikir û baweriyan û partiyê de derkevin. Niha ku ez hunermend im, ez dixwazim her kesî re bêjim ku, bila tu partî min dagir neke û divê tu partî pêşmergeyan dagir neke, mînak ger li vir pirsgirêkek hebe Pêşmergên Rojhilat jî dikare alîkariyê bike. Dema ku Daiş hat an jî şerek rû li Kurdan de kir, divê hemû hêzên pêşmergeyan li wir amade bin. Divê em ji parçe parçekirina pêşmergeyan dest berdin. Pêşmerge parêzvan û berevankarê civak, welat û hebûna me ye, ger em mecbûr bimînin ku ji bo maf û azadiyên gel têbikoşin, wê demê nabe parçe parçr bin eva nahêlin em bihêz bin. Ji ber vê yekê divê pêşmerge neteweyî be.
Spas mamoste Şivan Perwer bona bersivdana te û mandî nebî