Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li derheq mangirtin û xwenîşandana bazariyên Têhran û bajarên din ên Îranê

20:26 - 31 Kanûna pêşîn 2025

Roja Yekşemî 7ê Befranbarê kasibkarên bazara mezin a Têhranê bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember bilindbûna jiastderketiya nirxan û daketina ecêb a nirxa Tumen li hember Dolar de bazar daxistin û dest bi xwenîşandanê kirin. Piştî wan nerizayetiyan, hejmareke zêde ji bazariyên din ên Têhran û bajarên din ên Îranê jî li xwe girt û heta niha jî berdewam e.

Teweroma bêqas û bilindbûna gelek zêde ya nirxan û dijwariya jiyanê, pêsîra xelkê bêzarbûyê Îranê girtiye û ev yekem car nîne ku xelk têne ser şeqaman nerizayetiya xwe bi awayekî medenî dibin xuya, lê rêjîma îslamiya Îranê di cihê çareserkirina wan mijaran her carê bi hovanetirîn şêwazê bersiva daxwaziyên xelkê daye û bi tuntirîn şêwazê tepeser kirine.

Neşarezayî û neberpirsatî û talankirina serweta xelkê û xerckirina vê bo armancên dije mirovî yên deshilatarên rêjîmê ji aliyekê, û dizî û gendeliya bêqas ji aliyê mafiyayan û karbidestên komara Îslamî, ji wan sedeman in ku jiyan û rewşa jiyana xelkê Îranê gihandiye qonaxekê ku şiyana dabînkirina destpêkîtirîn hewcehiyên jiyanê jî bo malbatên xwe nînin.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li ser vê baweriyê ye ku pirsgirêkên pengurî yên civaka niha ya Îranê bi tenê bi pirsên aborî bi dawî nabe û ev yek berî her tiştî nîşaneya qeyraneke siyasî ye ku bi salane pêsîra xelkê girtiye û heta demekê ku ev rêjîma li ser kar be, rewşa xelkê rû bi xirabtirbûnê ve diçe û komara îslamî jî ne dixwaze û ne şiyana çareserkirina wan pirsgirêkan heye.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê tevî piştevanîkirin li vê pêla nû ya nerizayetiyan û xwenîşandanên bazariyan û xelkê bêzarbûyê Îranê, li ser vê baweriyê ye heta dema ku hemû çîn û qatên xelkê yêkrêz û yekgirtî hewlên xwe bo rizgarbûn ji destê vê rêjîmê qahîmtir nekin, komara îslamî herwiha dê deshilatê de be û dê tepeserkirina xelkê bidomîne.

 

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Desteya Kargêrî

31ê Kanûna Pêşîn a 2025