Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Donald Tramp Yekem xelata aşitî ya FIFAyê bi dest xwe ve anî

17:01 - 6 Kanûna pêşîn 2025

Roja Înê 5ê Kanûna pêşîn Yekem xelata aşitî ya “FIFA”yê ji aliyê “Gianni Infantino”, serokê “FIFA”yê ve bi “Donald Trump”, Serkomarê Amerîkayê hate pêşkêşkirin û navbirî li dema vergirtina vê xelata cîhanî de, îşare bi dawîanîn bi 8 şeran li heyvên derbasbûyî de kir û got: “Ez şanaziyê bi rizgarkirina canê mirovan dikim”.

Herwisa Donald Trump got: “ev li rastiyê de yek ji mezintirîn şanaziyên jiyna min e, tevî vergirtina xelatan, me canê milyonan mirovî, rizgar kir”.

Serokê “FIFA”yê tevî îşarekirin bi hewl û karên Serkomarê Amerîkayê bo cihgîrkirina aşitiyê li Rojhilata Navîn û cihên din ên cîhanê, ev bi rêberek mezin binav kir û rêz ji wî girt.