Tom Barak, nûnerê taybet ê Amerîka û balyozê wî welatî li serdana xwe a bo Tirkiyê, tevî îşarekirin bi şerê 12 rojeya li navbera Îsraîl û rêjîma Îranê li bersiva vê yekê ku bi çi sedemekê Îsraîlê karê xwe li herifandina rêjîmê bi dawî neanî? ragihand ku ev çîrok hêj bi dawî nehatiye hun li beşa 5ê de ne û hêj 5 beşên din ên vê çîrokê mane.
Navbirî ragihand ku dewleta Amerîkayê ti baweriyek bi guherîna rêjîmê li Îranê de nîne û ev pirsek e ku dibe li deverê bi xwe de bê çareserkirin û ev pirsa Îsraîlê ye û pirsa Amerîkayê nîne.
Axaftinên Tom Barak li halekê de ye ku Îsraîl li ser guherîna rêjîma Îranê micid e û pêka gotina berpirsekî payebilind ê Îsraîlê, ev welata dixwaze berî dawîhatina serkomraiya Donald Trump, rêjîma Îranê biherifîne û xwe bo şerekê amade dike ku dê gelek dijwartir û mezintir ji şerê 12 roje be.