Wezareta Derve ya Amerîkayê bi belavkirina peyamekê, milîsên ser bi rêjîma Îranê li Îraqê, sedema lawazbûna serweriya Bexdayê û gef bo ser aramiya xelkê Îraqê û hêzên Amerîkayê binav kiriye û daye zanîn ku wan milîsan, rêya bikaranîna xirab ji çavkaniyên aborî yên Îraqê hêsantir kirine û berjewendiyên Îraqê xistine metirsiyê.
Ev helwîsta Amerîkayê li halekê de ye ku “Michael John Rigas” ê cihgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê li karûbarên birêvebirin û çavkaniyan, digel “Fuad Husên” ê Wezîrê Derve yê Îraqê civiya bû.
“Michael John Rigas” bi tekezî gotiye ku Amerîka daxwaza çekkirin û hilveşandina tevav a wan milîsên ser bi rêjîma Îranê dike û ev yek bi merceke bingehîn bo bihêzbûna aramî û serweriya Bexdayê hesibandiye.