Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên hov ên îtilaata rêjîmê 4 welatiyên Kurd bi awayekî tundîtîj binçav kirin

17:06 - 6 Kanûna pêşîn 2025

Pêka raporên belavbûyî, hêzên hov ên îtilaata rêjîmê li bajarê Bokanê, li roja Înê 5ê Kanûna Pêşîn, 4 welatiyên Kurd ên bi navên “Silêman(Mihemed) Îsmaîlî yê temen 60 salî, Diyar Hacîresûlpûr û Diyan Resûlpûr” ên xelkê bajarê Bokanê û “Ehmed Zireng” ê xelkê “Gulolan”ê ser bi bajarê Bokanê, binçav kirine

Pêka wan raporan, hêzên îtilaata rêjîmê bi awayekî hovane êrîş kirine ser malên wan welatiyan û bi tundîtîjî, lêdan, kutan û tirsandinê ev welatiyên Kurd binçav kirine û hejmarek ji alavên wan ên kesîn ên wek mobayl û pirtûkên wan digel xwe birine.

Hêzên hov ên îtilaata rêjîmê li dema êrîşkirin bo ser mala “Silêman Îsmaîlî”, derî û pencereyên mala wî bi lêdana gulleyan şikandine û mala وî vekolîne.

Heta belavbûna vê nûçeyê, sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wan welatiyan û cihê ragirtina wan nehatiye zanîn.