Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de gotarên nivîskar û xebatkaran û mijar û helwêstên PDKÎ hatine weşandin ku hejmara 507 a Agirî de ev mijar hene:
“Hêz û helwêst ji ku çavkanî digre?” Manşêta hejmara 507 an a Agirî ye, û herwisa li rûpela ewilî de parek ji hevpeyvîna Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat, li jêr navê, “Me amadehiyeke tevav bo berdewamkirina xebatê û heta xebata çekdariyê jî, heye” dikeve ber çavan.
Rûpelên 2 û 3 – Deqa hevpeyvîna “Malpera Îngilîsîziman a Zî Amargî” digel Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat, hatiye weşandin.
Rûpela 4 ê - Peyama Desteya Kargêrî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bo 5emîn Kongireya Yekîtiya Jinên Dêmokrat a Kurdistana Îranê.
Rûpela 5 ê de - Daxuyaniya Desteya Kargêrî ya Hizba Dêmokrat li derheq biryara Ustraliya bo bi terorîstnaskirina spaha pasdaran, û herwisa Daxuyaniya hevpar a bi hilkefta roja cîhaniya rawestan li hember tundûtîjiya dijî jinan, hatine çapkirin.
Rûpela 6ê gotara - Ji bazên azad re, birîn baskên firînê ne, ji nivîsa Serbest Urmiye.
Rûpela 7 ê de gotara - 26'ê Sermawezê ew roj e ku roja Kurdistanê li dijî dagirkeran serket, ji nivîsa Eskender Ceiferî.
Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.
Rûpela 8 a Agirî ku taybete bi hevpeywîna Agirî, di vê hejmarê de Sîmîn Rûhanîzade hevpeyvîna vê care de, digel kekê “Bayram Bozyel” Serokê Giştî ê Partî a Sosyalîsta Kurdistanê, li ser piroseya Aştiya di navbera PKKê û dewleta Tirkiyê de hevpeyvîn kiriye..
Rûpela 9 de – Gotinek Di 89 Saliya Rojbûna Prof Dr. Celîlê Celîl De Li Qamişlo, ji nivîsa Konê Reş.
Rûpela 10 – gotara - Ev proje, ji pêvajoya çareserîyê zêdetir, bawerîya ku pêvajoya mijûl kirinê ye xurtir dike’ wergirtî ji semînarekê gotinên Mustafa Ozçelîk Serokê PWKyê.
Rûpela 11- Agirî, çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma komara îslamiya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, dikevne ber çavê xwênerên rêzdar.
Rûpela 12- dawî rûpela hejmara 507 a Rojname ya Agirî, postêreke li jêr navê “ JI BAZÊN AZAD RE BIRÎN, BASKÊN FIRÎNÊ NE” bi minasibeta roja kêmendaman e, bi terahî û dîzaynêriya Serbet Urmiye hatiye amadekirin.
Rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve tête dîzayînkirin.
Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin.
Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.