Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşek ji xwendekaran bo hatina ser şeqaman amadehiya xwe dane xuya

15:53 - 7 Kanûna pêşîn 2025

Bi hilkefta roja Xwendekar li Îranê, hejmarek ji xwendekaran li nêzî zanîngeha Xwarezmî li ser şeqaman çalakî li dar xistin û li gelek cihan traktên nerizayetiyê bvelav kirin û bi eşkere dane xuya ku dixwazin careke din bêne ser şeqaman û şeqaman bêxin jêr kontrola xwe.

Li wan traktan de hatiye nivîsandin ku li vê rojê de xwendekar dê bêne ser şeqaman û azadiya xwe dubare bi dest xwe ve bînin.

Pêka raporên belavbûyî ev çalakî li çendîn zanîngehên seranserî de bi lidarxistina kombûnên nerizayetiyê jî bi rê ve çoye.

Li şoreşa Jînayê de xwendekar û nivşa nû ya xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê, roleke berçav hebûn û bi taybet keçên xwendekar li vê tevgerê de roleke bingehîn hebûne.

16ê Sermawezê li Îranê de weke roja Xwendikar hatiye navdêrkirin û hemî salê li seranserî Zanîngehên Îranê de, Xwendikar bi lidarxistina çalakiyan roja xwe bibîr tînin.

Xwendikar hertim pêşengê hişmendiya di nava civatgehê de bûne, levma rêjîma dîktatore Îslamî, berdewam zext û givaş li ser xwendikaran zêdetir kirine û ji tirsa pêşengiya xwendikaran bo serhildanê, rêjîmê Zanînge hertim xistine jêr çavedêriya ewlehî û milîtarîze kirine.