Li Rojhilatê Kurdistanê de Zagrosane bi wateya parastina jîngeha Kurdistanê û ji aliyê din ve bi wateya rêzgirtin ji ked û cangorîkirina Şehîdên Jîngeha Kurdistanê dest pê kirine, li vê hewla pêşkevtinxwazane û niştimanî de jîngeha Kurdistanê tê paqij kirin û li cihên taybet de şêneyên daran têne çabndin.
Li vê derheqê de jin û keçên jîngehparêz û hogirên sirûşta Kurdisatnê li gundê “Niyerê”, darên berûyan li hinek cihan de çandine û bi wî awayî ji jîngeha welatê xwe xwdî derketin û yad û navê Şehîdên Jîngeha Kurdistanê bi bilind ragirtin.
Herwisa li bajarê Sinê, jîngehparêzan û hogirên jîngeha Kurdistanê mewdaya devera Leylaxê heta gundê Bawerêz bi durûşma “Parastina Jîngeh, Parastina Jiyanê ye” jîngeh paqij kirin.