Roja Şemî 29ê Çiriya Paşîn, Komîteya Hizba Dêmorat a Kurdistana Îranê li bajarê Urêbiroyê de bi hevkariya Komîteya Yekîtiya Jinên Dêmokrat a Kurdistana Îranê, rêûresmek bo bilindragirtina 26ê Sermawezê, roja Ala ya Kurdistan û Pêşmergê Kurdistanê, lidar xistin.
Li destpêka rêûresmê de xatûn “Şuile Qadirî”, xêrhatin li beşdarbûyan kir û sirûda netewî ya “Ey Reqîb” ji aliyê Hunermend “Omer Gerdî” û kora huneriya wî ve hate pêşkêşkirin û bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqîjê Şehîdan hate ragirtin.
Piştre girûpeke pêkhatî ji keç û kurên Alabidest û camane li stu pêk hatibû, bi hilkefta roja Ala û Pêşmerge, hatine nav salona rêûresmê û govendeke xweş ji aliyê vê girûpê ve pêşkêşî beşdarbûyan hate kirin.
Piştre rêzdar “Kerîm Babekrî”, berpirsê Komîteya Hizbê li wî bajarî, çend gotinek bi vê hilkeftê, pêşkêş kirin.
Li beşeke din a rêûresmê de rêzdar “Rehîm Mihemedzade”, xebatkarê kevnar ê Hizbê, basek li derheq “Roja Pêşmerge û Roja Ala ya Kurdistanê”, pêşkêş kirin.
Sirûda “Ey Pêşmerge” ji aliyê “Elî Gerdî”ve hate pêşkêşkirin û peyama heyeta Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, hate xwendin.
Beşa dawî ya rêûresmê bo beşa hunerî hatibû diyarîkirin ku hunermendê ciwan û dengxweş “Huner Emîn” û mûzîkjenê bi şiyan “Firyad Gron” ev rêûresm pitirxweş kirin û xemilandin.