N. Nûredîn Sofîzade
Dema ku kesek yan aliyek biryarekê dide, yan helwêstekê li hember tiştekê yan bûyerekê de digre, berê de ev gotine hatiye gotin ku dibêjin: Eva pişta wî bi çi yan kê germ û qahîm e wiha dibêje?
Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li heyamê hemî temenê xwe yê 80 salî de hertim xwediyê helwêst û biryara xwe bûye û nekariye li hember çi tiştekê de ku li derdora vê diqewimin, bê helwêst be û bi hişmendiya xwe a siyasî û netewî, bi berhevdana xwe a serbixweyî a siyasî û biryar danê, biryar daye û helwêsta xwe ragihandiye.
Ger em wegerin bo hema pirsyara serve ku dibêjin bi çi û kê piştqahîme wiha dibêje, bê guman Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, li hemî temenê xwe de, her ji roja avabûnê ve heya niha, heçî biryarek dabe û heçî helwêstek girtibe bera xwe, tenê û tenê bi piştqahîmî bi piştewaniya gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, Siyaseta rasteqîne a xwe û îradeya bihêz a Kadr û Pêşmerge û Endam û alîgirên xwe bûye û bi serbilindî û bi îrade ve xwediyê biryar û helwêsta xwe bûye.
Hizbek ku xwediyê pêgehekî bê mînak li nava civatên xelkê Kurdistanê be, Hizbek ku xwediye siyaseta serrast be, Hizbek ku xwediya serbixweyî ya biryardanê be, Hizbek ku xwediyê dîrokekî pirşengdare pitir ji 8 dehik xebat û berxwedanê be û bi hemî dijvariyan û qonaxên sexte xebatê re derbas bibe, Hizbek ku xwediyê zêdetirîn Endam û Alîgir û Kadr û Pêşmergeyên xebatkar be, Hizbek ku vê bingeha gihandina dengê mafxwaziya gelê Kurd gihandibe cîhanê û niha jî dîplomasiya tev Kurdan li ser esasê heman bingehê berdewam dike, Hizbek ku baveriyekî kûr bi dêmokrasî û vekhevî û sikolarîzmê heye, Hizbek ku li pêxema armancên bilinde gel de bi hezaran şehîdan li rêka xebatê de dane û serweyî hemiyan Hizbek ku rêberên mezin ên wek Pêşewa û Qasimlo û Şerefkendî pêşkêşî rêka rizgariyê û armancên gel kirine, Bê guman hizbek dibe ku bi piştqahîmî û baverbixwebûnê ve hertim helwêstê bigre û biryarê bide.