Li reûresma biaxêspartina “Xusro Elîkurdî” Parêzerê dadgehê ku bi parêzerê mafxwazên tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê jî tê naskirin, li roja 7ê Kanûna Pêşîn bi rê ve ço, birayê wî bi axaftinên rohn, rola wî parêzerî li berevanîkirin li neraziyan û malbatên cergşewitî anî ber çav.
Navbirî got: “Xusro li dadgehên rêjîma Îranê de bi bivêrî û îradeya xwe, berevanî li ciwanên li tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê de kir û piştevanê dayîkên cergşewitî û mafxwaz bû.
“Xusro Elîkurdî” şeva Înê 5ê Kanûna Pêşîn, li ofîsa karê xwe de bi awayekî cihê şik û gumanê, canê xwe ji dest daꓼ Bûyerek ku li civakê û li navbera çalakvanên mafê mirovî de şik û gumaneke zêde li sedema canjidestdana wî, li pey xwe anî.
Canjidestana cihê şik û gumana wî parêzerî ku bi salan li dosyeyên siyasî û ewlehî de parêzerî li gelek binçavkiriyan û malbatên mafxwaz kêşabû stuyê xwe, careke din bal kêşande ser wan metirsiyan ku parêzerên serbixwe û çalakvanên medenî li Îranê de digel rûberû ne.
Rêûresma biaxêspartina wî, tevî hemû givaşên rêjîmê, bû rûpelek ji berxwedana wan parêzeran ku bo dadpewerî û rastiyê, nirxê didin.