Pêka amaran li heyama 7 salên derbasbûyî de tewerom 10 qat bilind bûye, lê dahata xelkê û derfeta kar li Îranê roj bi roj kêmtir dibe û pêka dawî amaran nirxa Acîlan ku hemû berhemên navxweyî yên Îranê ne, li heyama salekê de 40 heta %100 bilind bûye û her vê pêkê şiyana kirina xelkê jî çendîn qat kêm bûye.
Li vê derheqê de “Areş Necefî”, serokê komîsiyona wize ya oda bazirganiya Îranê bi rohnî got: ji sala 1398 a Rojî heta niha anku 7 salan de nirxa Nan 13 qat, nirxa Goştê sor û mirîşkan 21 qat û nirxa teweromê %1000 anku 10 qat bilind bûye.
Ji aliyê din ve kêmkirina 7 milyard Dolarî ya bûdceya hawirdekirina hewcehiyên xelkê li sala 1404 a Rojî pêka sala derbasbûyî, ev astengî hêj zêdetir kirin e.
Li vê navberê de destnekevtin û bilindbûna çendîn qatî ya nirxa dermanên hestiyar bi taybet bo nexweşiyên wek şêrpnece, diyabêt û çendîn cur nexweşiyên gelek metirsîdar bi ser canê nexweşan, jiyana xelkê Îranê hêj dijwartir kiriye.