Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li heftiyekê de zêdetir ji 20 kesî li Rojhilatê Kurdistanê de binçav kirine

18:34 - 8 Kanûna pêşîn 2025

Pêka amarên belavbûyî yên mafê mirovî, hêzên hov ên îtilaata rêjîmê li hema 10 heta 17ê Sermawezê anku “1 heta 7ê Kanûna pêşîn”, bi êrîşkirinên neyasayî de bo ser malên welatiyên Kurd, zêdetir ji 20 kesî li bajarên “Bokan, Mihabad, Şino, Merîwan û Dîwanderê” de binçav kirine.

Li piraniya wan binçavkirinên xoserane û bê belgeya yasayî de hêzên hov ên îtilaat rêjîmê bi awayên tundîtîj û bêrîzîker, reftar digel wan binçavkiriyan kirine û li henek cihane de jî teqe li derî û pencereyên wan kirine.

Li dawî binçavkirinên xosraneya welatiyên Kurd ji aliyê hêzên îtilaat rêjîmê, “Kawe Kole û Qadir Kole” ku mam û birazî ne, hatine girtin.

Heta belavbûna vê nûçeyê sedema binçavkirinên xoseraneya wan welatiyên Kurd û cihê ragirtin û tohmetên sepandî bi ser wan welatiyan de nehatiye zanîn.