Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa Dolar ji 126 hezarî Tumenî derbas bû

11:06 - 9 Kanûna pêşîn 2025

Pêka dawî amarên belavbûyî Dolar li bazarên Têranê de 126 hezar û 200 Tumenî tê firotin û herwisa nirxa her sikeyek zêr gihîştiye 133 milyon û 500  hezar Tumenî û bi sedema vê yekê ku nirx ji aliyê delalên bazarê ve têne diyarîkirin hêj xuya nîne ku bilindbûna nirxa Dolar dê heta çi astekê be.

Ji aliyê din ve rêjîma Îranê bo asayîkirina bilindkirina nirxa bênzînê 3 nirxên cuda yên 1500 Tumen bo 60 lîtran, 3 hezar Tumen bo 100 lîtrên duyê û kesek ku zêdewtir ji 160 lîtir bênzîn li heyvê de hewce be, dibe her lîtrek bênzînê, bi 5 hezar Tumenî bikire, lê li rastiyê de armanca rêjêma Îranê ji firotina bênzîn bi 3 nirxên cuda, asayîkirina bilindkirina çend qatî ya nirxa bênzînê li paşerojek nêzîk de ye.