Pêştir rêjîma Îranê îdia dikir ku piştî bombarankirina navendên navkî, ti madeyeke radiyoektîv li wan cihan de belav nebûne û Ajansa navnetewî ya Wizeya Navkî jî bi pêka lêkolînên xwe yên gelek sînordar, ev îdiaya rêjêmê piştrast kiribûn lê niha rêjêmê ev îdiaya xwe guherî ye.
Wezîrê derve yê rêjîmê li hevpeyvîna digel nûçegiyaniye (KYODO NEWS) a Japonê de îdia kir li şerê 12 roje de bombarankirina navendên navkî, bûye sedema “metirsiyên gelek micid ên wek belavbûna madên radiyoektîv û bombên neteqiyayî” li wan navendên navkî de.
Li rapora Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî de hatibû ragihandin ku esta madên radiyoektîv li navenbda navkî ya Netenzê de neguheriye lê rêjîmê derfeta lêkolîn li vê navendê de bi lêkolerên vê Ajansê nedaye û piştî bombarankirinan hinek kar û bizivîn li wan navendan de hebûye.
Herwisa “Elîriza Reîsî” cihgirê wezîrê tendurûstiya rêjîmê jî ragihandibû ku meyandin bi wateya şikandina navika madeya navkî nîne ku madên radiyoektîvê belav bike. Lê wezîrê derve yê rêjîmê niha îdia dike ku metirsiya vê yekê heye û ev yek şik û gumanên li bernameya navkiya rêjîmê de zêdetir dike.