Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Kurdistan û Îranê de çendîn kombûnên nerizayetî bi rê ve çon

16:15 - 9 Kanûna pêşîn 2025

Li roja Duşemî 8ê Kanûna Pêşîn, malanişînkiriyên îdareya muxabirat li Rojhilatê Kurdistanê de li bajarên wek “Kirmaşan, Sine, Bîcar, Merîwan” û herwisa li parêzgeha Luristanê de kombûnên nerizayetî li derheq guhnedana berpirsan bi daxwaziyên wan, siayseta şaş ên birêveberiya vê îdareyê ku bitir pişkên spaha pasdaran a terorîst in û herwisa li derheq bêdadî, talankirina çavkaniyên vê îdareyê ji aliyê stada birêveberiya fermana xumêynî û bonyada te`avon a spaha pasdaran a terorîst, nerizayetiya xwe dane xuya.

Herwisa malnişînkiriyên nerazî, daxwaza cîbikîkirina biryarnameya sala 1398 a rojî bo karpêdan a vê îdareyê kirine.

Herwia li Îranê, malnişînkiriyên îdareya muxabirat li parêzgehên wek “Têhran, Hemedan, Fars, Îsfehan, Gîlan, Hormozgan, Kirman û Zencan”ê de kombûnên nerizayetiyê lidar xistin û hevşêweyê hevkarên xwe yên li Rojhilatê Kurdistanê, nerzaiyetiya xwe dane xuya.