Roja Înê heya Yekşemî 28ê heya 30yê Çirriya Paşîn a 2025an a Zayînî. Kongireya Ciwanên hizba Sosyal Demokrat a Alman (hizba SPD) Bi silogana “Pêşeroj bi me re dê bê avakirin“ Li bajarê “Manhayîm“ a welatê Alman birêve çû ku yeketiya Ciwanên Demokrat a Rojhilatê Kurdistanê bi fermî bo vê kongirê hatibû gazîkirin.
Li odeya taybet bi mêhvanên derve. Mêvanên beşdar bû raportên salane ye xwe pêşkeşê amadebûyan kirin û “Sasan Xatûnî“ jî Bi nûneratiya Yeketiya Ciwanên Demokrat a Rojhilatê Kurdistanê raporta xwe pêşkeşî amadebûyan kir.
Nûnerê Yeketiya ciwanan behsek li derheq rewşa Mafê mirov li Rojhilatê Kurdistan û Îranê xiste ber bas ku komara Îslamî givaşekî zêde xistiye ser ciwan, Çalakvanên siyasî, Medenî û kultûrî, û Herwisa îşare bi hejmara girtî û bidarvekiriyan ji aliyê komara Îslamiya Îranê ve kir.
Sasan Xatûnî behsa vê hindê jî kir ku zimanê Kurdî heya niha jî li qutabxane û zanîngehan de nayê qebûl kirin û gelek caran jî kar û çalakvanên medenî têne girtin, Lê neteweya xweragir a me bitaybet ciwan, Bi hemû awayekî li ser domandina xebata aştîxwazane a gelê me berdewam in.
Li dirêjeya raportan de çendîn pirs ji aliyê beşdarbûyan ve li nûnerê Yeketiya Ciwanan hat kirin û Sasan Xatûnî bi hûrî bersiva pirsên wan da.
Roja sê yê û dawiya kongirê, Di panêlekê de ku hemû endam û mêvan têde beşdar bûn.
Ji aliyê endamên kongirê û mêvanên beşdar ve, gelek bi germî pêşwazî ji heyeta Yekitiya Ciwanên Dêmokrat a Rojhilatê Kurdistanê hate kirin.
Hêjayê gotinê ye ku Yeketiya Ciwanên Demokrat a Rojhilatê Kurdistanê digel rêkxirava hizba Sosyal Demokrat a Alman(Jusos)rêkxiravên Destebira ne û herduk alî endamê Rêkxirava Yeketiya Ciwanên navnetewiye Întêrnasyonal Sosyalîst in(IUSY).