Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Shin Bet” a Îsraîlê toreke veguhastina diraf ji Îranê bo milîsên Hemasê eşkere kir

16:17 - 9 Kanûna pêşîn 2025

Artêşa Îsraîl û Saziya Ewlehiya Hundirî ya Îsraîl ku bi “Shabak” an “Shin Bet” tê naskirin, raporek li derheq toreke veşartî ya veguhastina diraf ji Îranê bi rêya hinek serafiyên li Tirkiyê bo Milîsên Hemasê, belav kir.

Pêka vê raporê, ev tora veguhastina diraf a ser bi Hemasê û bi birêveberiya rêjêma îslamiya Îranê hatiye çêkirin ku pitir bi rêya kesên xelkê Xezê têne birêvebirin û bi vî awayî, ji navenda Tirkiyê ve, 100an milyon Dolar bi awayê rasterast bo Hemas û berpirsên vê tê şandin.

Pêka vê raporê, çendîn belgeyên rohn ji veguhastina gelek caran a 100an hezar Dolarî bo milîsên Hemasê, kevtine destê Artêş û Saziya Ewlehiya Îsraîlê.

Berpirsên Îsraîlî li vê derheqê de huşdarî dane ku tevî kawilbûna beşa herî zêde ya Xezê, Hemas hêj li hewldanên xwe yên terorîstî li vê deverê û li asta navnetewî de berdewam e û ji aliyê rêjîma Îranê ve piştevanî li wan tê kirin û ev alîkariya malî ji aliyê Hemasê ve tê paştevtkirin ku bo birêvebirina operasiyonên zêdetir ên terorîstrî li Îsraîl û cîhanê de bi kar bîne.