Li devedevê roja 26ê Saermawezê, roja Ala û Pêşmergê Kurdistanê, ji çend rojan berî niha ve çalakiyên berfireh ên banghêjî ji aliyê endam û alîgirên têkoşer ên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ve li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de bi rê ve diçin, ku beşek ji wan açalakiyan ev in:
Li bajarê Pîranşarê de endam û alîgirên Hizba Dêmokrat tevî lidarxistina çalakiyên teblîxî, li nav bajar de sirûdên şoreşvanî ên wek “Min Pêşmergey Kurdistanim” belav kirin.
Li bajarê Bokanê de tevî lidarxistina çalakiyên teblîxî, logoya Hizba Dêmokrat hate bilindkirin û li gundê Qeregulê ser bi wî bajarî, tevî xemilandina dîwaran bi alaya Kurdistanê, dirûşm, wêne û traktên taybet bi vê rojê hatine belav kirin.
Li bajarê Mihabadê de jî tevî xemilandina dîwaran bi durûşmên taybet bi Ala û Pêşmergê Kurdistanê, yûbîla Hizba Dêmokrat û alaya Kurdistanê hatine bilindkirin.