Pêka raporên belavbûyî Roja Sêşemî 9ê Kanûna Pêşîn, 2 ciwanên Kurd ên xelkê gundê “Koran”ê ser bi devera “Soma” ya bajarê Urmiyê, yên bi navên “Candar Ehmedî, kurê Mudîr û Meisûm Ehmedî kurê Zubêd” ku kurmamê hev in, bi sedema reniyê canê xwe ji dest dane.
Pêka wan raporan ev 2 ciwanên Kurd li sînorê destkird ê li navbera Rojhilatê Kurdistan û Bakûrê Kurdistanê de li bilindahiya vê devera de rastî raniyê hatine û canê xwe ji dest dane û bi hewla xelkê dever termê wan hatine peydakirin.
Bi sedema pêparbûna xelkê deverê ji hemû îmkanatên kar û jiyanê, xelk neçar e bo peydakirina pariyek nanê helal, canê xwe bêxe metirsiyê ku li wan sînoran de rastî hatina reniyê, teqîna mîn, teqeya rasterast, berbûn ji bilindahiyê, girtin û îşkencekirinê dibin.
Pêştir jî li Zistana sala 1399 a rojî de 5 kolberên din ên xelkê wî gundî yên bi navên “Metîn Eslanî, Belên Ehmedî, Yawer Eslanî, Firat Xudayî û Molayî Xudayî” rastî hatina renbiyê hatibûn û canê xwe ji dest dabûn.