Endam û alîgirên têkoşer ên Hizba Dêmokrat li devedevê 26ê Sermawezê roja Ala û Pêşmergê Kurdistanê, li gund û bajaran de bi awayekî berfireh, çalakiyên teblîxî lidar dixin û poster, trakt, wêneyên taybet bi vê rojê belav dikin û logoya Hizba Dêmokrat û Alaya Kurdistanê bilind dikin
Li berdewamiya wan çalakiyê teblîxî de li bajarê Sinê, Logoya Hizba Dêmokrat û Alaya Kurdistanê jî hatine bilindkirin.
Herwisa li bajarê Mihabadê, çalakî berdewam bûne û li gundên wek “Laçîn, Şîlanava, Hacî Mamiyan, Silûk, Beytas, Besrê, Qelat, Sarwane, Amîd” û çendîn gundên din ên ser bi vî bajarî, trakt û posterên taybet bi 26ê Sermawezê hatine belavkirin û li rêya Mihabad-Bokanê de jî alaya Kurdistan û logoya Hizba Dêmokrat hatine bilindkirin.
Herwisa li bajarê Bokanê de jî çalakî berdewam bûn û li çendîn cihan de jî alaya Kurdistanê hatine bilindkirin û durûşmên wek “Pêşmerge baskî behêzî gel e” hatine nivîsandin.