Pêka rapora, “Resedê Belûçistan”ê roja Çarşemî 10ê Kanûna Pêşîn, li devera Lar a ser bi bajarê Zahidanê li demjimêr 1:30 a nîvro 4 maşînên serbazî yên spaha pasdaran a terorîst ku yek ji wan maşîna hilgirê fermandeyekî terorîst bûye kevte ber gulleyên çekdarên nenaskirî ku li encamê de 4 pasdarên rêjîmê hatine kuştin û 2 pasdarên din jî gelek dijwarî birîndar bûne
Heta belavbûna vê nûçeyê nasnameya wan çekdarên nenaskirî nehatiye zanîn û ti kes an aliyekê jî, kuştina wan pasdarên rêjîmê nekêşaye stuyê xwe.
Hêzên hov ên rêjîmê li Belûçistanê de bi hovanetirîn rewşê digel xelkê Belûç reftarê dikin û her roja derbasbûyî de hêzên îtilaata rêjîmê, teqe li maşîna hevwelatiyekî Belûç ê bi navê “Cemal Şehlîber” ê xelkê bajarê Xaşê kirine ku li encama teqeyê, maşîn ji rê derket û ajotvan û 6 kesên din ku li vê maşînê de bûne, canê xwe ji dest dane û wan hêzan, termê wan kuştiyan her li tenişta rê bi cih hiştine û heta roja din jî li wir mabûn.