Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hezaran kedkarên girêbestkar ên neftê, kombûna nertizayteiyê lidar xistin

21:04 - 11 Kanûna pêşîn 2025

Zêdetir ji 5 hezar kedkarên girêbestkar ên li 12 palavtingehên parsa cinûbî, mezintirîn kombûna nerizayetiya xwe ya li 5 dehikên derbasbûyî de li Eselûyê lidar xistin û dest ji kar bedan û tekezî bi ser daxwaziyên xwe yên wek, vekhevkirina heqdestan, rêzbendîkirina kar û pêdeçon bi yasayên heqdestan, piştevanîkirin li ewlehiya canî û karî ya kedkaran û çendîn mijarên din kirine.

Pêka raporan, hêzên tepeserkar ên rêjîmê hewla hilweşandin û jev belavkirina vê kombûna nerizayetiyê dane û hemû rêyên hatinûçona bo cihê kombûnê daxistine û gef li kedkarên nerazî xwarine û hejmarek ji wan, girtine û birine bo beşa parastinê û bi rêya pêwendiya têlofinî û şandina kurtepayaman, gef li wan kedkaran xwarine, lê kedkaran kombûna xwe berdewam kirine.

Pêka raporan, hejmareke xelkê Eselûyî ku li wir bûne piştevanî li vê kombûnê kirine.

Herwisa li bajarê Têhranê de karmendên îdareya Bêhzîstî û kedkarên girêbestkar ên pîşeya neft û gaz û berqê yên çendîn parêzgehan, li rûberûyê bînaya meclîsa rêjîmê kombûneke berfireh a nerizayetiyê lidar xistine û durûşma “sozên çewt bes in, sifreya me betal bûye” dan.