Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema bilindbûna nirxan xelk êdî nikarin dermanan jî bo nexweşên xwe dabîn bikin

21:06 - 11 Kanûna pêşîn 2025

Pêka wan raport û zaniyariyên meydaniye ku tên belavkirin û êdî rêjîm nikare rewşa felaketbar a abûriya xelkê û bilindbûna qend qad zêdetir a nirxa hewcehiyan bigre, ev raport rastiya derdêxne holê, bi taybetî niha raporek li derheq rewşa nebûn yan giranbûna dermanan li dermanxaneyên Tehranê hatiye belavkirin, û daye zanîn ku xelk êdî heta nikarin şampo û berhemên parastina pêst û pirçê jî bikirin û dema êdî neçar dimînin bi her awayek be dermanan dabîn bikin, bi qistî wan dikirin.

Pêka vê raporê bihayê kirema rojê ya asayî ji 300 hezar Tûmenî gihîştiye 1 milyon Tûmenî û firotina wan berheman jî bi qasek kêm bûye ku hinek firoşyar li fikra guherîna karê xwe de ne.

Nexweş bo kêmkirina xercê kirîna dermanê xwe, gelek tiştên ku pizîşk bo wan nivîsandine yên wekî dermanên alîkarder û vîtamînan, nakirin û bi tenê beşek ji dermanan dikirin.

Nirxa dermanên ku çend heyvan berî niha 900 hezar Tumen bû, niha gihîştiye 2 milyon Tûmenî.