Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa Dolar careke din li hember dirafê Îranê de bilind bû

11:01 - 2 Kanûna pêşîn 2025

Li halekê de teweroma her diçe bilind dibe, ji aliyê din ve nirxa dirafên biyanî ên wek Dolar bilind dibe û pêka dawî raporên aborî, nirxa dolar geheştiye nêzî 120 hezar Tumenî, anku 100 dolar dike 12 Milyon Tûmen, û her sikeyek zêr bi zêdetir ji 126 milyon Tumenî tê firotin.

Ev yeka li halekê de ye ku hiquqên diyarîkirî bi vê pêkê %26 li hember Dolar de kêm dibe, wek mînak kesek bi huqûqekî 20 milyon Tumenî yên li 3 heyan berî niha, bi nirxa Dolarê nirxa îro, dibe 14 milyon û 800 hezar Tumen.

Daketina nirxa dirafê Îranê rasterast bandor li ser bilindbûna nirxa hewcehiyên xelkê heye û delalên bazaran nirxa hewcehiyên xelkê bi keyfa xwe bilind dikin û rêjîmê destê wan bo diyarîkirina nirxa hewcehiyan vekirî hêlaye û pêka gotina karnasên abûrî, rêjîm zêdetirîn qazanca malî li bilindkirina nirxa hewcehiyan dibîne û bi tenê xelk e ku tê talankirin.