Pêka raporên belavbûyî roja Sêşemî 9ê Kanûna Pêşîn, “Jîwar Rehmanî” nûgihanê temen 17 salî yê xelkê gundê “Neysane” ser bi bajarê Pawê li encama gullereşandina hêzên hov ên rêjîmê gelek dijwarî birîndar bû û bi sedema dijwariya birînan bo nexweşxanerya Taliqanî li bajarê Kirmaşanê hatiye veguhastin.
Hêzên hov ên rêjîmê bê agehdarkirina berê, li halekê de ev maşîn li wir sekinî bûye, bi hêceta vê ku renge ev nûgihan bo kontrola rê bo karê qaçax li wir e, gulle bi ser de reşandine ku pêka zaniyariyan 6 gulle bi “Jîwar Rehmanî” kevtine û 18 gulle jî bi maşîna wî kevtine.
Herwisa hatiye ragihandin ku gulle bi navteng û stuyê wî kevtine û bi sedema wan gulleyan derbe bi maziyepişta wî jî kevtiye û rewşa wî li nexweşxaneyê de bi nebaş hatiye ragihandin.