Yûsif Recî, Wezîrê derve yê Lubnanê, li bersiva deiwet û gazîkirina xwe bo Îranê ji aliyê Ebas Îraqçî yê wezîr derve yê rêjîma Îranê ev red kir, lê ragihand ku ev redkirin bi wateya dijayetî digel gotûbêjan digel rêjîma Îranê nîne û pêşniyar daye ku li welatê 3ê de hevdîtin û gotûbêj hebin.
Navbirî ragihand ku Lubnan amade ye qonaxeke nû li pêwendiyên bi wec digel rêjîma Îranê dest pê bike û ev pêwendî dibe li ser bingeha rêzgirtina dûalî li serbixweyî û desthilat û xweparastin ji her cure destêverdanek li karûbarên hev bi her nav û hêcetekê, bê avakirin
Navbirî tekezî kiriye ku avakirina welatekî bihêz, li rewşekê de çê dibe ku bi tenê dewlet bi rêya Artêşa netewî, mafê hebûna çekê hebe û take çavkaniya biryardanê li pirsên aşitî û şer de be.
Axaftinên Yûsif Recî û nerizayetiya Lubnanê ji destêverdana rêjîma Îranê li karûbarên Lubnanê û piştevanîkirina rêjîmê ji Hizbullahê bo radestnekirina çekan û çêkirina fitne û dijheviyan li Lubnanê, bi rohnî dide xuya.