Endam û alîgirên emegdar û çavnetirse Hizba Dêmokrat û xelkê niştîmanperwer ên Rojhilatê Kurdistan, li bajar û herêmên cuda cudaye Kurdistanê de, bi kar û çalakiyên xweli devedevê roja 26ê Sermawezê roja Pêşmergên Kurdistan, hem rêz ji ked û gernasiya pêşmerge digirin, û hem peymanê digel rêbaza pirserwerî a pêşmerge nû dikin.
Endamên Hizbê bajar û gund û rêkên hatin û çonê û piraniya cihên giştî bi tirakt û postêrên peywendîdar bi roja Pêşmerge û Ala Kurdistanê û Logoya Hizba Dêmokrat dixemilînin.
Hin ev cihên ku ji şev û roja derbasbûyî ve şahidê kar û çalakiya teblîxî bûne û bi hildana Ala Kurdistanê û Postêr û Logo ya Hizbê hatine xemlandin, evin:
Bajarê Bokanê û piraniya nawçên girêdayî bi Bokanê, Mihabad û nawçên wê û cihên giştî û rêke û tabloyên ser rêkan, hem tirakt hatine belavkirin, hem postêr û diruşm hatine nivsîn û hem Ala Kurdistanê û Arma Hizbê hatine hildanê.
Bajarên Şinoyê û gund û deverên ser bi wî bajarî jî şahidê kar û çalakiya berfireh a bi hilkefta 26ê Sermawezê bûn.
Ev çalakiyane bûne cihê dilxweşiya xelkê Kurdistanê