Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê, Cewad Elîkurdî yê birayê Xusro Elîkurdî binçav kirin

17:07 - 13 Kanûna pêşîn 2025

Pîştî axaftinê Cewad Elîkurdî li rêûresma heftiya canjidestdana cihê çik û gumana birayê wî “Xusro Elîkurdî”, hêzên spaha pasdaran a terorîst tevî hewldan bo alozkirina rêûresma heftiya canjidestdana Xusro Elîkurdî û jirêderxistina vê rêûresmê, dirûşmên xapîner dane û piştî ku beşdarbûyên rêûresmê hay ji vê hewla wan bûne, wan hêzên hov tundûtîjî xistine nav rêûresmê û bi lêdan û kutanê hejmarek ji wan beşdarbûyan binçav kirin.

Ev welatiyê xelkê bajarê Meşhedê piştî vê kiriyara hovaneya rêjîmê peyameke vîdyoyî ya bi gef rû bi hêzên îtilaata rêjîmê belav kir û daxwaza azadkirina beşdarbûyên binçavkirî kir ku piştre ji aliyê hêzên rêjîmê ve hate girtin û qedera vî nexuya ye.

Hêzên îtilaata spaha pasdaran a terorîst, çendîn kes ên wek “Nergis Mihemedî” û çendîn çalakvan û parêzer girtine.