Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê dest bi ser gemiyeke cebilxane ku ji Çîn bo Îranê diço, de girtin

17:09 - 13 Kanûna pêşîn 2025

Rojnameya “The Wall Street Journal” belav kiriye ku tîmeke operasiyonên taybet a Amerîka li heyva derbasbûyî de gemiyek ku hilgirê cebilxane ji Çînê bo Îranê bûye, li deryaya Hindê de sekinandine û piştî ku dest bi ser vê cebilxaneya li vê gemiyê de girtin, bi gemiyê derfet dan ku li rêya xwe berdewam be.

Pêka nivîsa vê rojnameyê, li dema ku ev gemiya li çendsed kîlometriya qiraxavên welatê Sirîlankayê de bûye, tîma opreasiyonên taybet a Amerîkayê, çone nav wê gemiyê û dest bi ser cebilxaneya vê gemiyê de girtine.

Herwisa vê rojnameyê nivîsandiye ku ev operasiyona hêzên Amerîkayê beşek ji karê taybet a Amerîka bo rêgirîkirin ji nûjenkirin a şiyana serbazî ya rêjîma Îranê ye û ev cure operasiyon, didin xuya ku “Donald” Trump taktîkên tundtir êm êrîşkirinê li dijî dijberan li deryayan de bi kar tîne ku pêştir, gelek bi kêmî dihatine bikaranîn.