Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên bi hilkefta roja Ala û Pêşmergê Kurdistanê, li Rojhilatê Kurdistanê berdewam in

17:12 - 13 Kanûna pêşîn 2025

Li devedevê 26ê Sermawezê, endam û alîgirên têkoşer ên Hizba Dêmokrat li gund , dever û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de çalakiyên berfireh ên teblîxî lidar dixin û wêne, trakt û posterên taybet bi vê rojê belav dikin û Alaya Kurdistanê û logoya Hizba Dêmokrat bilind dikin û dirûşmên taybet li ser dîwaran dinivîsin û çendîn roj e ku ev çalakî berdwam in ku beşek ji wan çalakiyên nû ev in:

li bajarê Pîranşarê, li şeqam û kolanên bajar, kemerbendiya îmam cum`e, devera Lacanê û gundê Şînawê de çalakiyên berfireh bi rê veçone û li rêya Nelên-Pîranşarê de logoya Hizba Dêmokrat hate bilind kirin

li bajarê Mihabadê, peyameke pîrozbahiya roja Ala û Pêşmergê Kurdiustanê hate belav kirin û li kolan û şeqamên wî bajarî û devera Çemê Mecîdxan, gundên “Silêm, Axasûr, Sertan û Belên”ê de çalakiyên berfireh hatine lidarxistin û gora şehîd “Mehmûd Hesenxanî” yê xwarziyê Dr, “Sadiq Şerefkendî” bi Alaya Kurdistan û traktên Hizbî hate xemilandin.

Herwisa endam û alîgirên têkoşer ên Hizba Dêmokrat Alaya Kurdistanê ku bi dirêjahiya 23 metran bû li vî bajarî de bilind kirin.

Li bajarê Bokanê, li nav bajar û derdora vê , parkên nav bajarî, Kêwereş, enbara ava Mîrawê û berzepirda kêwereşê de bi awayê berfireh çalakî bi rê ve çon û lidemjimêrên rojê li dema hatin û çona xelkê û li tenîşta padigana spaha pasdaran a terorîst Alaya pîroza Kurdistanê hate bilind kirin û li gundê “Pîrwelî”, gora Şehîdan bi Alaya Kurdistan û logoya Hizba Dêmokrat hatine xemilandin.

Li bajrê Miyandavê de Alaya Kurdistan û logoya Hizba Dêmokrat hatine bilindkirin û li taxên “hewzeya îlmiye, musella, meydana quds a vî bajarî” û polîsê rêya Miyandav-Mihabadê, çalakiyên berfireh bi rê ve çone.

Herwisa li bajarê Îlamê peyama pîrozbahiyê bi hilkevta 26ê Sermazê hate belavkirin.