Pêka amarên ku rêjîmê bi xwe belav kirin, li heyama 7 salên derbasbûyî de enfilasiyon 10 qat bilind bûye û nirxa Dolar gihîştiye nêzî 130 hezar Tumenî, li rewşeke wiha de rêjîmê tevî çewtekarî, bi siyaseteke herî şaş ên birêveberiyê, bûye sedema dijwartibûna herî zêde ya bilindbûna nirxan û enfilasiyonê.
Li vê derheqê de “Mehdî Êsmaîlî” endamê komîsiyona civakiya meclîsa rêjîmê gotiye ku zêdebûna bandora aborî, enfilasiyon û bilindbûna nirxan, pêsîra civakê girtiye û hewce ye bo kontroilkirina vê rewşê li pey rêçareyekê bikevin da ku qatên hejar bi taybet kedkar û dehikên nişîv zêdetir nekevin givaşê.
Wî nûnerê meclîsa rêjîmê li axaftinên xwe de bi awayê nerastersat bi rohnî daye zanîn ku rêjîma Îranê heta niha ti bernameyek bo çareserkirina wan pirsgirêkan nîne û û tê selimandin ku rêjîm her li hizra çareserkirina wan pirsgirêkan de jî nîne.