Roja Şemî 13ê Kanûna Pêşîn, Yekîtiya Ewropayê daxwaz ji rêjîma Îranê kir ku Nergis Mihemedî ku xelata aştiyî ya Nobêlê vergirtiye û 8 çalakvanên din ên medenî hindî zû serbest berde, û nigeraniya xwe li derheq binçavkirinên li roja Înê li rêûresma heftiya canjidestdana cihê şik û gumanê a “Xusro Elîkurdî” de daye xuya.
Enwer El`ewnî, Berdevkê Yakîtiya Ewropayê li derheq vê binçqavkirina xoserane a wan çalakvanan ji aliyê rêjîmê ve, ragihandiye ku berpirsên Îranî dibe Nergis Mihemedî ku rewşa tendirûstiya vê baş nîne, herwisa hemû kesên ku li vê rêûresmê de hatine binçavkirin, azad bikin.
Hesen Himmetîfer, dadistanê giştî yê rêjîmê li bajarê Meşhedê li vê derheqê de gotiye ku her 39 kesên binçavkirî li vê rêûresmê, her li girtîgehê de hatine ragirtin, Navbirî tevî piştrastkirina binçavkirina “Cewad Elîkurdî”, ev tohematbar kiriye ku kombûna nerizayetiyê birê xistiye.