Rêzdar “Mistefa Hicrî”, Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta hilbijartina Dr. “Berhem Salih” wek serokê Komîsaryaya bilind a Netewên Yekgirtî li Karûbarên Penaberan anku “UNHCR”, peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Deqa peyamê wiha ye:
Rêzdar Dr. “Berhem Salih”
Tevî silav
Hilbijartina te bo posta “Komîsaryaya bilind a Netewên Yekgirtî li Karûbarên Penaberan” cihê keyfxweşiya me ye.
Em Hivî dikin ku bi jêhatîbûnek ku we heye, li erk û berpirsyarietiya nû de serkevtî bin û bi vê rêyê bikarin xizmetê bi karûbarên penaberan û aliyê mirovahiya vê pirsa girîng bikin.
Mistefa Hicrî
Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
13ê Kanûna Pêşîn 2025