Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiya Hizba Dêmokrat bo kongireya yekem a Federasiyona Jinên diyaspora ya Kurdistanî

11:30 - 14 Kanûna pêşîn 2025

Jinên xebatkar û azadîxwaz!

Beşdarbûyên rêzdar ên Kongirê!

Li ser navê Komîteya Pêwendiyên Îranî û Kurdistanî a Derveyî Welat a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ve, em gerimtirîn pîrozbahiyên xwe bi hilkefta lidarxistina yekem Kongireya rêkxirav we, pêşkêşî we hemû rêzdaran û bi rêya we jî pêşkêş bi wan hemû jinên hişyar û mafxwaz dikin ku li pêxema bidestveanîna vekhevî û dadperweriyê, tekoşînê dikin.

Herwisa bi rêya vê peyamê, bejna xwe li hember hewldan û mandîbûna we jinên têkoşerên Kurd  ditewînin ku li derve wek balyoz û nûnerê dengê berheqe mafxwaziya netewa xwe, hewlê didin li asta navnetewî de li dijî yasayên kevneperestî û dagîrkarî û sitemê de bo nûneratîkirina tevgera pêşkevtinxwazaneya jinên bivêr ên Kurd li navxweyê welatê me de bibin tirîbûnek.

Tevî rola berçav a jinan li pêşxistina pêvajoya xebata rizgarîxwazane ya netewa me li berê de, bo hemû aliyekê rohn û eşkere ye ku li serdema niha de jî, pêvajoya xebata wan, çi pêşkevtinek lezgîn bi xwe ve dîtiye û tevgera jinan çi roleke berçav û bê mînak li guherînên siyasî, mirovî û civakiyên vê serdemê de hene. Jin bi sedema vê yekê ku zêdetir ji hemû qatên din ên civakê digel givaş û bidûrragirtin û cudatîdanînan rûberû bûne, li serdema şoreşa zaniyariyê de bi bilindbûna asta rewşenbîrî û têgihîştina wan bo pêwendiyên serdest li cîhana îro de, li rêza herî pêşî ya her tevger û çalakiyekê de ne ku armanca azadî, vekhevî û nehîştina binyatî ya sitem, nezanî û cudatîdanînan li pêşt be.

Beşdariya çalakaneya jinan û keçên dilsoz ên netewa me li refên hêzên Pêşmerge û tevlîbûna rû bi zêdebûna wan bi têkoşerên Çiya li wan salên dawiyê ji aliyekê û amara beşdariya pêşenganeya jinên bivêr li şoreşa Jînayê de li xwenîşandanên ser şeqaman de ku reftara tund a hêzên tepeserker ên komara îslamiya Îranê û qurbanîdaneke bê mînak a jinan li pey xwe anî, bû sedema vê ku dirûşma bingehîn a şoreşa Jînayê bibe “Jin Jiyan Azadî” û her bi vê rêyê, cîhan vê carê, bi çavê nasîna nû û modern ve mêzeyî pirsa Kurd û daxwaziyên mirovî yên netewa me bike.

Rêzdaran!

Bi hizra me, lidarxistina Kongireya we li rewşeke wiha de karek bi cî û li dema xwe de bersivdaneke hişmendane bi hewcehiyên xebata jinên netewa me ye ku dikare alîkarê bilintirkirina rol û pêgeha jinê li pirsên siyasî û civakî de be û bê şik û guman li berjewendiya giştî ya xebata vekhewîxwazaneya mirov bi giştî û xebata rewaya Kurd bi taybet de be.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li vê derheqê de xwe bi hevxebatê ve dizane û piştevaniya hemûaliya xwe bo hewldan û çalakiyên we radigehîne. Herwisa em hewldan û mandîbûna ve li pêxema xizmetkirin bi pirsa jin û doza netewa me de bi bilind dinirxînin û Kongireya ve bi pêngawek pîroz û pêşkevtinek girîng dizanin.

Li dawiyê de careke din bi hilkefta lidarxistina Kongireya yekem a Federasiyona Jinên Diyasporaya Kurdistanî li we pîroz dikin û hivya serkevtinê bo we dixwazin

Her bijîn û serkevtî bin

 

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Kumîteya Pêwendiyên Îranî û Kurdistanî a Derveyî Welat

Kanûna Pêşîn a 2025