Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kedkarên pîşeya Pola û Perestaran kombûnên berfireh lidar xistin

12:28 - 14 Kanûna pêşîn 2025

Roja derbasbûyî, perestaran li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Sinê û li meydana Îqbal a wî bajarî de li rûberûyê bînaya çavkaniyên mirovî ya zanîngeha zanistên pizîşkî de kombûneke berfireh a nerizayetiyê lidar xistin û nerizayetiya xwe li hember sozên çewt ên berpirsan, dijwariya jiyan û kar, zêdebûna pirsgirêkên çaresernekirî dane xuya, û dirûmşên wek “bi sozadanên çewt jiyan bi rê ve naçe, sebra me bi dawî bûye û nîşandana nerizayetî kite rê ye” dan.

Herwisa kedkrên pîşeya Pola ya Pasargad Kuwarê, li rûberûyî bînaya wê şirketê, nerizayetiya xwe dane xuya û kombûneke berfireh bi beşdariya hejmareke zêde ji kedkaran lidar xistin û dengê xwe li hember, nedana heqdestan û cudatîdanînan û çaresernekirina pirsgirêkên xwe, bilind kiri