Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 9 girtiyên din jî bidarvekirin ku yek ji wan jin e

12:31 - 14 Kanûna pêşîn 2025

Roja Şemî 13ê Kanûna Pêşîn, “Hemze Serlek” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Dizfûlê, girtiyek bi nasnavê “Gulmihemedî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Nehawendê û “Hesen Tirkî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Yasûcê de hatine bidarvekirin.

Herwisa li vê rojê de “Ezîzelî Muradî” û girtiyek din ku nasnameya wî nehatiye zanîn, li girtîgeha Dizilabad a rêjîmê li bajarê Kirmaşanê û “Kakamurad Ceiferî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Xuremabadê de hatine bidarvekirin.

Herwisa “Ferşîd Segwend” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Elîgoderzê, “Xulam Selcûqî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Hemedanê û jinek bi navê “Sidîqe Qurbanî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê de hatine bidarvekirin.

Rêjîma Îranê bidarvekirin û sepandina sizaya bidarvekirinê wek alaveke tepeserkirê û çavtirsandinê li hember xelkê Îranê de bi kar tîne.