Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kapîtan Bariş Qewîpence, li kêbirkêya navnetewî ya Kickboxing de xelata zêrîn bi dest xwe ve anî

18:23 - 14 Kanûna pêşîn 2025

Kapîtan Bariş kurê Arif Qewîpence, endamê Hizba Dêmokrat û endamê Yêkitiya Lawên Dêmokrat a Rojhilatê Kurdistanê, kapîtanê tîma werzişiya Akademîk a Kickboxing, li kêbirkêya navnetewî ya vê werzişê li bajarê Hewlêr, paytexta Hermêma Kurdistanê de pileya yekem bi dest xwe anî û xelata zêrîn wergirt.

Kapîtan Barîş bi gote“Kurdistanmedia”yê: “Piştî heyamek dûrketin ji werzişê, min biryar da ku careke din vegerim û bi awayekî profişinal werzîşa Kickboxingê berdewam bikin.

Herwisa navbirî got: “Li fînalê de hevrikê min werzişvanekî Îranî yê bi navê Elîriza bû ku dema zaniye ez endamê Hizba Dêmokrat im, ji kêbirkêyê paşvekêşaye û şikesta xwe wajo kir.

Kapîtan Bariş, li axaftinên xwe de spasî li kadr û pêşmergeyên Hizba Dêmokrat kir û got ku ev piştevan û alîkarê min bûne ku ez bi vê hêviyê, serkevtinê mezintir bo netewa xwe bi dest bînim.

Navbirî li dema vergirtina xelata zêrîn de wêneya “Dr. Qasimlo” û Alaya Kurdistanê hilgirt û bi vê sedemê jî şanda werzişî û daweirya rêjîmê, yarîgeh bi cih hiştin.