Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Kirmaşanê de 2 perestaran xwekujî kirin

11:36 - 15 Kanûna pêşîn 2025

Pêka dawî raporên belavbûyî roja Yekşemî 14ê Kanûna Pêşîn, 2 perestarên zanîngeha zanistên pizîşkî ya bajarê Kirmaşanê ku perestarên nexweşxaneyên bajarê Kirmaşanê bûne xwekujî kirine û canê xwe ji dest dane, pêka wan raporan, “Mîlad Murwetî” ji perestarên nexweşxaneya Xumêynî, û “Şêyda Erzanî” ji perestarên nexweşxaneuya “Îmam Riza” li encama vê xwekujiyê de canê xwe ji dest dane.

Xwekujiya bi nişkê ve ya wan 2 perestaran ku sedema vê bi serastî nehatiye zanîn, careke din nigeranîyên li derheq givaşên gelek dijwar ên jiyan, kar û hundirê perestar û kadrên dermanî li civakê de zêde kiriye.

Pêka gotina beşek ji xelkê û kadrên dermanî , rewşa dijwar a jiyan, paşketina hiqûqan, zêdekarî û mandîbûna ji astederketî û nebûna piştevanî, bo ser can û hundirê perestaran bûye gefek metirsîdar.

Ji aliyê din ve jî, heta niha çendîn perestar li jêr navê xwekujî, ji aliyê rêjîêmê ve hatine jinavbirin ku piştî şoreşa Jînayê ev yek gelek zêde bû.

Sedema xwekujiya wan 2 perestaran bi serastî nehatiye zanîm.