Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxî bi hilkefta 26ê Sermawezê li Rojhilatê Kurdistanê berfirehtir dibin

11:38 - 16 Kanûna pêşîn 2025

Endamê û alîgirên têkoşer ên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de li devedevê 26ê Sermawezê, çalakiyên berfireh ên teblîxî lidar dixin û wêne trakt, poşterên taybet belav kirine û Alaya Kurdistanê bilind kirine, beşek ji dawî çalakiyên wan têkoşeran ev in:

Li bajarê Şinoyê li gundên “Hêye, Mîrawê, Mendanan, Kanî Sorik, Xurişt, Pêgele, Bêmzurtê, Sîngan û Şêwesemak”ê de çalakî hatine lidarxistin.

Li bajarê Pîranşarê li şeqam û kolananên bajar û herwisa li gundên “Karxane Qend, Diripke, Sincelî, Girdasê û sêrêyana Xurînc”ê çalakiyên berfireh bi rê ve çone.

Li bajareê Seqizê de jî li gundî “Melqernê” bi rêya bilindgoya mizgevtê, sirûda Ey Reqîb û gotinên “Dr. Qasimlo “ hate belav kirin.

Li bajarê Nexedê amadekarî bo roja 26ê Sermawezê hatine kirin.

Herwisa li bajarê Bokanê li devera Turcan û li gundên “Qarawey gewre, Bêg Oweysî, Gerdîglan, Zenbîl û Şîlanawê” û devera “Ehmedîkor” li gundên “Hemamiyan, Girdî Qebran, Kanî Şeqaqan, Ebasawa û Emîrawa”yêde  çalakiyên berfireh bi rê ve çone.

Li bajarê Mihabadê li nav şeqam û kolanên bajar û li taxa Pîşt Tep û gundên “Kerêzey Şêxan, Qere Qişlax, Qeredax, Gapîs û Guyktepe”yê û dever45a Çemê Mecîdxan li gundê Sewzê, çalakiyên berfireh hatine lidarxistin û gora Şehîdên Kurdistanê li goristana Şebek û Gird Yaqûb û Daşxanê, bi alaya Kurdistanê hatine xemilandin.

Li bajarê Sayînqelayê jî li Kemerbendî, Kuştargah, Parka Cexetû û gundên “Kirkire, Qiz Kurpî, Tomiraxac, Axacerî, Husênawa û Xolîne”yê çalakiyên berfireh bi rê ve çone.

Li bjarê Serdeştî li Sêîrêya Kolese û Marexanê çalakî bi rê ve çone.

Herwisa ji bajarên Dizfûl û Endîmişkê, peyamên Pîrozbahiya 26ê ji aliyê xortên şoreşvan ên wan bajaran ve hatine belav kirin.

Têkoşerên Dêmokrat tevî encamdana wan çalakiyan soza xwe digel Hizba Dêmokrat a Kurdistanê Îranê dubare kirin.