Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Desteya Kargêrî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, bi hilkefta 26ê Sermawezê, roja Pêşmerge û Ala ya Kurdistanê

17:05 - 17 Kanûna pêşîn 2025

Xelkê xebatkar ê Kurdistanê!

Cîvatên welatparêz, Pêşmergedost û Alaparêz!

Pêşmergên canliserdest ên Kurdistanê!

 

Li ser navê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, em pîrozbahiya roja 26ê Sermawezê, roja Pêşmerge û Ala ya Kurdistanê li ve hemû rêvîngên doza azadî û serbilindiya Kurdistanê dikin, û bilindbûna Ala ya Kurdistanê li sîbera Pêşmerge û we fîdakarên niştîman li hemû bajar, gund û deverên Kurdistanê bi hivî dixwazin.

Rêkevta 26ê Sermawezê ku ji aliyê Deftera Siyasiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ve wek roja Pêşmerge û salên piştre jî wek roja Pêşmerge û Ala ya Kurdistanê hatiye navdêrkirin, li Rojhilatê Kurdistanê de bûye beşek ji hizra giştî ya gelê me û her salê bi şêwazên cur bi cur bi rêz ve tê bîranîn. 26ê Sermawezê, ji wan rojên girîng ên dîroka netewa Kurd e ku li dîroka xebat û tekoşîna vê netewê de bûne rûpelên zêrîn û hêmaya rawestan li hember sitem û bêdadiyê. Ji vê rojê ve, Hizba Dêmokrat wek Hizbek modern û xwedî bernam, pê avêtiye meydana xebat û tekoşîna siyasî a Kurd û Ala ya netewiya Kurd wek hêmaya serwerî û nasnamexwaziyê bilind kiriye, afirênerê hejmarek remz û nirxên şoreşvanî û bi mana û wate bûye ku heta îro jî bandora wan bi ser hemû tevgera siyasî a Kurdistanê tê dîtin.

Roja 26ê Sermaweza 1324 a Rojî de Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, Ala ya Kurdistanê wek hêmaya desthilata xwecihî li ser bînaya şarevaniya bajarê Mihabadê bilind kirin û bi vê şêwazê rewş bo ragihandina yekem hikûmeta Millî-Dêmokratîk a netwa Kurd li ser destê Hizba Dêmokrat amade kir.

Piştî avakirina Komara Kurdistanê, beşa herî berçav a vê hêza xelkî ya ku li tevpêçana desthilata Pehlewî de rola bingehîn hebûn, li sipaha millî ya Kurdistanê de hatine rêkxistinkirin ku piştere li serdema komara Kurdistanê de ji aliyê rêberên Komarê û Hizba Dêmokrat ve, navê Hêza Pêşmerge pê hate bexşîn ku erkê pîroze parastina ax û Ala û hêmayên din ên netewî yên Kurdistanê li kêşa ustiyê xwe.

Pêşmerge, yek ji civantirîn û bedevtirîn û watedartirîn peyvên çanda Kurdî ye ku taybetmendiyên şorşgêrane yên mirovê Kurd li xwe de kom kiriye û bûye pênasa asta herî bilind a bivêrî, fîdakarî, geldostiyê.

Hêza Pêşmergê Kurdistanê ku Alahilgirê xebata neteweya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û piştre li beşên din ên Kurdistanê bûye, ji roja avakirinê vê heta niha, ewraz û nişîvên curbicur derbas kirine û gelek zehmetî û astengî ceribandin e û dîrokek tejî şanazî û qehremantiyê bo netewa me tomar kirin e. Ev hêza jixwederbasbûyî, can û jiyana xwe daniye ser destê xwe, da ku gelê xwe bi zindî û serbilindî bihêle û Ala ya vê bilind rabigre.

Niha ku em dibînin navê Pêşmerge bûye xoşewîstê civaka Kurdistanê û li seh û hundirê xelkê de amadehiyek berdewam heye, ev bi vê mana û wateyê ye ku navê Pêşmerge û erkê Pêşmergetiyê bûye beşek ji kultûra netewî a kesê Kurd û li yek alitiyê de sînodar nemaye. Tevî vê yekê jî niha navê Pêşmerge sînorên kurdistanê derbas kirine û li paytexta welatan û li kom û civînên navnetewî de wek hêza parêzerê nirxên mirovî û dêmokratîk tê mêzekirin û rêzek taybetî jê tê girtin. Şanaziya beşa herî zêde ya wan bo fêrgeh û rêbaza Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê vedigere ku ew, avaker û afirînerê vê hêzê û herwisa perwerdekarê vê hêza xwedî piristîj bûye.

 

Xelkê xweragire Rojhilatê Kurdistanê!

Pêşmergeyên xwedî bawer ên netewa Kurd!

Îro ku zêdetirî ji her demekê hêviya hilveşîna deshilata dijemiroviya komara îslamiya Îranê heye, hewce ye em li ser zindîragirtina hêmayên nenewiyên me bi taybet Ala û Pêşmergê Kurdistanê, mukum bin. Niha dema vê ye ku Hizb û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, nirxên hevparê xwe ên wek Pêşmerge û Ala, bikin hêvinê bihevnêzîkbûn û yekgitinê. Bi balkêşandin bi ser taybetmendiyên xebata gelê me û sirûşta bêrehmaneya dujminên maf û azadiya Kurdistanê, bo me tê selimandin ku hebûna Pêşmergê Kurdistanê dikare çi karlêkerî û bandorek mezin li ser parastina şan û kirameta netewiya me hebe, Parastin û bihêzkirina Hêza Pêşmergê Kurdistanê çi li serdema xebata Çiya û rizgarîxwaziyê de, û çi li serdema piştî rizgarbûna netewî, hewcehiyek hestiyar û girîng e.

Niha li vê qonaxa dîroka netewa me de ye ku hewce ye em rizgariya netewî û nehiştina her cure sitem û cudatîdanînek li pêş her daxwaziyek din de dabinên. Li rewşa niha de berpirsayetiyeke dîrokî li ser milê me hemûyan e ku li hember her cure hewleke jinavbirina nasnameya netewî û siyasiya de pêk hatiye, em refên xwe qahîmtir bikin. Ev yeka jî bi yekgirtina xebatkarane û bi qahîmkirin û bihêzkirina çeperên tekoşînê tê kirin. Her wek Rêberê Şehîdê “Dr. Qasimlo” gotiye: “Pêşmerge û gel ji hev nayên cudakirin”, wataya vê gotinê ev e ku armanca wan jî yeke, ev jî gihîştin bi mafên mirovî û netewî ye û dibe li pêxema vê de pitir ji berê, hevxwest û hevpêngaw bin.

Li dawiyê de bi hilkefta vê roja tejî serweriya netewa xwe de, em pîrozbahiya gerime xwe pêşkêşî we hemû pêşmergeyên qehreman, xelkê xebatkar û pêşmergepewer ê Kurdistanê dikin û hevdem digel Şehîdên xwe û malbatên serlindindên wan, peymanê nû dikin ku heta gihîştin bi armancên wan, em xebat û tekoşîna xwe bidomînin.

Her bilind be Ala ya Kurdistanê!

Serbilindî bo Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê!

Serkeve xebata berheqe netewa me!

 

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Desteya Kargêrî

17ê Kanûna pêşîn a 2025 a Zayînî

26ê Sermawez a 1404 a Rojî